Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk gundê Şela Rojava ku 40 KM’yan dûrî Dêra Zorê ye, rizgar kir.
Duh Duşemê û piştî şerekî giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de, hêzên HSDê gundê Şela Rojava ji dest çekdarên DAIŞê derxist û bi temamî kontrol kir.
Li gorî ku hat ragihandin, ji encama şerê gundê Şela Rojava, zêdetir ji 11 çekdarên hatine kuştin û çend erebeyên wan jî hatine rûxandin.