Bûyerpress
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Wekheviya Kurd li Sûryayê Idrîs Xelo ku partiya wî yek ji partiyên ENKSê ye, got ku eger ENKSê kongreyê xwe li dar bixista, dê der barê Rêveberiya Xweser de hin biryarên nû bistanda.
Di hevpeyvîneke xwe de li Êzgeha Bûyer fm di bernameya Hevpeyvîneke Berpirsyar de, Xelo got ku ENKSê bi yek carê wê yekê red dike ku YPG û YPJ bi terorê werin tawanbarkirin.
Her wiha Xelo tekezî li ser wê yekê kir ku ENKSê hin pirojeyên wê hebûn ku di kongreyê de biryara nêzîkatiyekê di navbera xwe û Rêveberiya Xweser de bide.