Bûyerpress
Şeva duh Yekşemê erdhejek bi hêza 7.5 rêxter, tevahiya deverên Kurdistanê hejand û li gorî amarên fermî, ji encama ewê erdhejê, zêdetir ji 100 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Erdheja ku çêbûye, ziyaneke pir mezin gihand Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê û Derbendîxana Başûrê Kurdistanê, ji bilî qurbaniyên erdhejê, ziyaneke mezin giha mulk û samanên welatiyan.
Li gorî ku hat ragihandin, ev erdhej li Îran, Sûrî, Tirkiye, Kiwêt û Erebistana Si’ûdî di yek demê de rûdaye.