Bûyerpress
Piştî kontrolkirina bajarokê Bûkemalê ji hêla çekdarên rêxistina DAIŞê ve, şerekî tund û dijwar di navbera wan û hêzên rêjîma Sûrî de hêj li dar e.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji encama topbarana firokeyên Rûsî û Sûrî li ser gundewarê Bûkemalê, zêdetir ji 26 sivîlan hatine kuştin.
Hêzên rêjîma Sûrî bi hevkariya Hizbulaha Libnanî û komikên Heşda Şabî Bûkemal kontrol kir, lê careke din çekdarên DAIŞê tevahiya bajêr kontrol kir.