Bûyerpress
Piştî ku hêzên rêjîma Sûrî kontrolkirina tevahiya bajarê Bûkemalê yê sînorî ragihand, çekdarên rêxistina DAIŞê careke din, tevahiya bajêr ji dest hêzên rêjîmê derxist û ji nû ve kontrol kir.
Birêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman ragihand ku DAIŞê bi rêya danîna kemînan û êrîşên xwekujî, tevahiya Bûkemalê kontrol kir û aniha hêzên rêjîmê bi qasî 2 kîlomitreyan ji bajêr dûr in.
Hêzên rêjîma Sûrî li gel Hizbûlaha Libnanî û çekdarên Heşda Şabî, aniha li dorhêla Bûkemalê ne, HSDê jî dibêje ev tiştên ku dibin, rêkeftineke eşkere ye.












































