Bûyerpress
Artêşa Israyîlî duh Şemiyê ragihand ku hêzên wê li devera Colanê, firokeyeke hêzên rêjîma Sûrî ya keşfê, aniye xwarê.
Li gorî daxuyaniyeke Berdevkê Artêşa Israyîlî, wan bi rêya rokêteke Patiryot li Colana Israyîlî, fiokeyeke keşfê ya rêjîma Sûrî ku ji cureyê Rûsî bû, rûxand û anî xwarê.
Di heman demê de Wezîrê Berevaniya Israyîlê Efîxdor Lîbirman got ku eger serweriya Israyîlî were binpêkirin, ew ê bi hemî hêza xwe bersiv bidin.












































