Bûyerpress
Komseriya Bilind a Hilbijartinan, hejmara navendên dengdanê yên Herêma Cizîrê tevlî namzetên ku ji bo meclisan hatine qebûlkirin, eşkere kir.
Di civîneke xwe de duh Şemiyê li bajarê Amûdê, Komseriya Bilind a Hilbijartinan da zanîn ku li Kantonên Qamişlo û Hesekê dê 787 navendên dengdanê vebin, da ku di meha bê de pêvajoyê dengdanê li wan bibe.
Ev qonaxa duyan ji hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê ye, dê di vê qonaxê de serokên meclisan werin hilbijartin.












































