Bûyerpress
Artêşa Tirkiyê li gundê Meydan Ikbis ê sînorî ku girêdayî devera Raco ye, derbasî milê gund bû û li ser Çemê Reş, aniha pirrekê ava dike.
Li gorî ku hat ragihandin, Artêşa Tirkiyê berêvara duh Şemiyê derbasî aliyê gundê Meydan Ikbis ê Herêma Efrînê bû, û li ser Çemê Reş, dest bi avakirina pirrekê kiriye.
Di heman demê de, leşkerên Tirkiyê li hember gundê Heyderko yê Herêma Efrînê, dest bi kolandina erdê dikin.












































