Bûyerpress
Hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê, sibeha îro Yekşemê bajarokê Elbesîra ku mezintirîn baregeha DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê ye, rizgar kir.
Bajarokê Elbesîra di navbera çemên Ferat û Xabûrê de ye, piştî şerekî dijawr di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk çekdarên DAIŞê de, ew bajarok hat rizgarkirin.
Li devera di navbera çemên Ferat û Xabûrê de, çekdarên rêxistina DAIŞê tenê li 3 gundan mane, jê û pê ve, tevahiya deverê ji hêla HSDê ve kontrol bûye.