Bûyerpress
Serokên Amerîkayê Donlad Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmêr Putîn, der heqê kirîza Sûrî de daxuyaniyeke hevbeş da.
Di axaftineke dûr û dirêj de li Lutkeya Apik ku li Vêtnamê li dar ketibû, Serokên Amerîka û Rûsyayê li ser serbixweyiya Sûryayê û ewlehiya xaka wê rêkeftine, her wiha li ser domandina şerê li dij DAIŞê erê kiriye.
Her du Serokan, bang li hemî aliyan kir ku ev agirbestên dibin hemî demkî ne û ji hemiyan doz kir ku roleke çalak di rûniştinên Cinêvê de bilîzin.