Bûyerpress
Der heqê xweveşartina Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Elbexdadî de li Bûkemalê, Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê vê yekê red dike û dibêje ku der barê cihê Bexdadî de, tu agahî nîne.
Ragihandina Hizbulaha Libnanî dabû zanîn ku Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Elbexdadî aniha li Bûkemalê ye, lê belê Hevpeymanê ev yek red kir.
Ji aliyekî din ve, Birêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman jî ragihand ku li ser cihê Bexdadî, tu zanyarî tune ye.