Bûyerpress
Fermandarê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Mustefa Balê ragihand ku tişta li Bûkemalê dibe, rêkeftineke eşkere di navbera rêjîma Sûrî û DAIŞê de ye.
Di daxuyaniyeke xwe de ji rojnameya Şeriq Elewset re, Balê got ku çawa li Qelemûn, Dêra Zorê û Meyadînê rêkeftin çêbûn, heman rêkeftin li Bûkemalê jî bûye.
Aniha, li taxên dorhêla bajarê Reqayê, di navbera rêjîma Sûrî û komikên girêdayî wê ji aliyekî ve û di navbera çekdarên rêxistina DAIŞê de şer li dar e.