Bûyerpress
Piştî ku hêzên rêjîma Sûrî kontrolkirina tevahiya Bûkemalê ragihand, çekdarên DAIŞê careke din êrîşî Bûkemalê kir û derdora 50% ji rûbera bajêr, kontrol kir.
Roja Pêncşemê, hêzên rêjîma Sûrî kontrolkirina tevhiya bajarê Bûkemalê ragihand, lê belê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh înê ragihand ku çekdarên DAIŞê careke din nîvê Bûkemalê kontrol kiriye.
Hêzên rêjîma Sûrî bi hevkariya li gel Hizbulaha Libnanî û komikên Heşda Şabî, aniha li taxên dorhêl bajarê Bûkemalê yê sînorî ne.