Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk herêma Medîne Sekeniyê rizgar kir.
Li gorî ragihandina Helmeta Bahoza Cizîrê, piştî şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de, herêma Medîne Sekeniyê ku girêdayî Zeviyê Elumer e, hat rizgarkirin.
Her wiha hat ragihandin ku ji encama wî serî, 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û miqdarek ji çek û cebilxaneyê hatiye desteserkirin.