Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk bajarokê Mergeda li gel 24 gundan, rizgar kirin.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, ji encama şerekî tund û piştî dorpêçeke domdar li ser bajarokê Mergedayê, hêzên HSDê karîbûn wî bajarî ji dest çekdarên DAIŞê derxin.
Bajarokê Megedayê dawîtirîn bajarokê Cizîrê ye ku di destên DAIŞê de mabû û dikeve ser sînorê parêzgeha Dêra Zorê.