Bûyerpress
Bi biryarekê ji perlemana Sûrî ku bi navê Encumena Gel tê naskirin, kesên ku temenê wan di ser dema leşkeriyê re ketibe û hêj leşkeriya Sûrî nekiribin, ji wan tê xwestin ku bi qasî 8 hezar dolarên Amerîkî wekî ceza binin.
Li gorî dezgehên ragihandina rêjîmê, kesê bi ser dema leşkeriya wî ketibe û bi awayekî qanûnî xwe li paş nexistibe, jê tê xwestin ku 8 hezar dolarên Amerîkî wekî ceza bide, eger na, dê bi qasî salekê were zindankirin.
Bi destpêbûna kirîza Sûrî re, piraniya xelkê Sûryayê tevlî leşkeriyê nebûye, ew jî ji ber tirsa şer û tundiyê.