Bûyerpress
Her çar dewletên Ferensa, Birîtanya, Elmanya û Amerîka daxwaz ji Encumena Ewlehî kir ku ji nû ve doza bikaranîna çekên kîmawî li Sûrî vebe û lêpirsîneke navdewletî der heqê wê de çêbe.
Bi rêya daxuyaniyekê ji hêla Wezaretên Derve yên her çar welatên navborî ve, daxwaz hat kirin ku komîteyeke lêpirsînê were çêkirin, da ku paşê kesên tawanbar bêne cezakirin.
Di heman çarçoveyê de û roja Sêşemê, Rûsyayê ev daxwaz red kir û got ku nabe dema evê lêpirsînê were dirêjkirin.