Bûyerpress
Dezgehên ragihandinê yên bi ser rêjîma Sûrî ve, ragihand ku duh Çarşemê hêzên Rêjîma Sûrî li gel komikên alîgir, bajarê Bûkemalê yê sînorî kontrol kiriye.
Ji aliyekî din ve, Birêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman nûçeya kontrolkirina Bûkemalê ji hêla rêjîmê ve red kir û got ku tenê şer li dorhêla bajêr e.
Her wiha Ebdurehman got ku aniha Bûkemal dorpêçkirî ye û ev êrîşa tund ku li ser Bûkemalê hatiye pêkanîn, tenê ji bo ku Hêzên Sûryaya Demoqratîk nêzîkî bajêr nebin.