Bûyerpress
Berdevka Helmeta Bahoza Cizîrê Lîlwa Ebdela ragihand ku eger hêzên rêjîma Sûrî li Dêra Zorê êrîşî me bikin, em ê bi tundî bersiv bidin.
Ebdela di daxuyaniyeke xwe de her wiha got “Berî niha jî hêzên hikûmeta Sûrî çar caran li Dêra Zorê êrîşî hêzên me kirine û niha rewş di navbera her du aliyan de aram e.”
Daxuyaniya Lîlwa Ebdela di demekê de tê ku Serokê Rêjîma Sûrî Beşar Elesed û Rawêjkara wî Buseyan Şaban gef li hêzên HSDê dixwar.