Bûyerpress
Hêzên Artêşa Iraqî li gel komikên Heşda Şabî, dest bi helmeta kontrolkirina bajarokê Rumana yê stratecîk dikin, ku aniha li jêr kontrola DAIŞê ye.
Li gorî dezgehên ragihandinê, îro sibehê operasyonên leşkerî ji bo kontrolkirina bajarokê Rumanayê dest pê bûne.
Bajarokê Rumanayê cihekî stratecîk e, ji ber ku ew bajarok wekî hêla têkiliyê di navbera rêxistina DAIŞê li Sûrî û Iraqê de ye.