Bûyerpress
Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûryayê qedexekirina kongreyê xwe yê çaran ji hêla Hêzên Asayîşan ve, şermezar kir.
Di daxuyaniyeke xwe de duh Sêşemê, ENKSê got ku”Astengî, girtina ofîsû navendên me dê nebin rêgir li pêşiya erk û xebata me”.
Her wiha di daxuyaniya xwe de ENKSê bang li hemî sazî û rêxistinên mafên mirovan û partiyên Kurdistanî kir ku fişarekê li Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) bikin.