Bûyerpress
Desteya Hundirîn li Kantona Cizîrê duh Sêşemê daxuyaniyek belav kir, tê de ragihand ku lidarxistina Kongreyê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûryayê, derveyî qanûnên Rêveberiya Xweser e.
Di heman daxuyaniyê de, Desteya Hundirîn tekez kir ku tevger û pêrabûnên Hêzên Asayîşan ku nehêlan Kongre li dar bikeve, di çarçoveyeke qanûnî de bû.
Duh Sêşemê biryar pê hebû ku li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, çaremîn kongreyê ENKSê li dar bikeve, lê belê Hêzên Asayîşê lidarxistina kongre li wan qedexe kir.