Bûyerpress
Endamên Şaredariya Gel a Til Koçerê, li gundewarê Til Koçerê seredana hemî parzûngehên(Heraqeyên) petrolê kir û hişyarî da xudanên wan heraqeyan ku di demeke nêzîk de vî karî rawestînin.
Beşê Jîngeh û Otonomiyê li Şaredariya Til Koçerê duh Duşemê li gundên Til Mişhen, Til Temer û Til Diwêmê xudanên 16 heraqeyan dît û tenê 3 roj molet da wan ku heraqeyan xwe rakin.
Ji dema ku aloziya Sûrî dest pê bûye, êdî benzîn û mazota Sûrî hew digihe deverên Cizîrê, ji vê yekê gelek kesan xwe li parzûngehên destan girt û aniha Rêveberiya Xweser hemî maddeyên sûtemeniyê dabîn dike.