Bûyerpress
Komikên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, baregehên Hêzên Erka Xweparastinê yên li gundê Şêxler ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê, bi giranî topbaran kirin.
Komikên çekdar ku li devera Cerablusê bi cih in, şeva duh Sêşemê baregehên Erka Xweparastinê topbaran kirin, ji aliyê xwe ve Hêzên Erka Xweparastinê jî bersiva topbaranê da.
Di heman demê de, gundê Batota yê navçeya Şêrawa, bû armanca topbarana komikên çekdar.