Bûyerpress
Wezîrê Dewletê yê Si’ûdî ji bo Kar û Barên Kendava Erebî Samir Elsebhan ragihand ku dê Erebistana Si’ûdî têkiliyên xwe bi Lubnanê re bike wekî ku ku şer li dij me ragihandibe.
Di axaftineke xwe de li kenaleke ragihandinê, Sebahn got ku çi biryarên ji Hikûmeta Libnanê derdikeve, di bin bandora Hizbulaha Libnanî de ye, ji ber her timî Hizbulah zext û fişarê dike.
Her wiha Sebahn, Hizbulaha Libnanî tawanbar kir ku ciwanên Si’ûdî ji bo karên terorî rahênan dike û maddeyên hişbir jî rêdike Si’ûdiyê.