Bûyerpress
Piştî tunekirina rêxistina DAIŞê li Reqayê û paqijkirina çend taxan ji mayîn û teqemeniyan, bi sedan ji rûniştiyên taxa Meşlebê vegeriyan Reqayê û careke din li mal û xaniyên xwe rûniştin.
Bîroya Ragihandinê ya Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku êdî qonaxeke nû ji avakirin û xweşkirina Reqayê dest pê bûye û di vî barî de xebata wan berdewam e.
Taxa Meşlebê ku duh Duşemê welatiyên wê lê vegeriyan, yekem tax di bajarê Reqayê de bû ku hêzên HSDê rizgar kir.