Bûyerpress
Komikên rikberiya Sûrî yên girêdayî Tirkiyê, li devera Minbicê êrîşî xalên Meclisa Minbicê ya Leşkerî kir, ji encamê şerekî dijwar di navbera her du aliyan de derket.
Berêvara duh Duşemê li bajarokê Ewn Dadat ku dikeve bakurê bajarê Minibcê, komikên rikberiya çekdar êrîşî baregehên Meclisa Minbicê ya Leşkerî kir û hêj encama ewî şerî diyar nebûye.
Devera ku şer lê derket, di sala 2016’ê de bi serperştiya Hevpeymana Navdewletî û Amerîkayê, agirbestek di navbera Meclisa Minbicê û Artêşa Tirkiyê de hatibû girêdan.