Bûyerpress
Ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê, ragihand ku piştî hêzên Iraqî devera Qa’imê kontrol kir, Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Elbexdadî ji bajarê Rewa derketiye û ber bi Dêra Zorê ve çûye.
Heman ajansê da zanîn ku zêdetir ji jêdereke xwecihî bo me ragihandiye ku Ebû Bekir Elbexdadî bi rêya teksiyekî ber bi çola Dêra Zorê ve çûye, da ku tu şek û guman li serê çênebe.
Her wiha hat gotin ku armanca bijartina teksiyê ew e ku, firokeyên hevpeymanê tu carana teksiyên sivîlan bumbebaran nakin.