Bûyerpress
Emîndarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Cebar Elyawir, ragihand ku Hikûmeta Bexdayê ji pêşinyara belavkirina hêzeke hevbeş ku ji Pêşmerge û Artêşa Iraqî pêk were, poşman bûye û dixwaze bi tenê belav bibe.
Bi rêya konferansekî rojnamevanî duh Yekşemê, Yawir got ku nakokiyên Hewlêr û Bexdayê siyasî ne, ne ku leşkerî ne.
Yawir her wiha amadekariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir û got ew her timî ji danûstandineke li ser bingeha destûrê re, amade ne.