Bûyerpress
Duh Yekşemê ji encama du teqînên xwekujî li bajarê Kerkûkê, derdora 10 kesan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li gorî ku hat ragihandin, li navenda bajarê Kerkûkê di dema 15 xulekan de tu teqîn rûdan, yek jê bi rêya otombîleke bumbebarkirî û ya din jî bi rêya kesekî xwekuj.
Teqîn li nêzîkî baregehên komikên leşkerî rûda, hetanî aniha, tu kesî berpirsyariya teqînê nekiriye stûyê xwe.