Bûyerpress
Hevdemî bumbebarana firokeyên Rûsî li ser bajarê Bûkemala Dêra Zorê ku li ser sînorê Iraqê ye, êdî hêzên rêjîma Sûrî ji bajarê Bûkemalê nêzîk dibin.
Duh Yekşemê hêzên rêjîmê zeviyê Ekaş ê petrolê kontrol kir û bi vê yekê, tenê bi qasî 15 km ji bajarê Bûkemalê dûr maye.
Li dorhêla bajarê Bûkemalê şer li dar e, û li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, komikên Heşda Şabî jî derbasî milê Sûrî bûne û dest bi çalakiyên leşkerî dikin.