Bûyerpress
Serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan duh Şemiyê li bajarê Silêmaniyê civînek li dar xist, der heqê hilweşandina Polîtbîroya Yekîtiyê de biryar hat standin.
Li gorî ku hat ragihandin, civîna ku bi serkariya Kosret Resûl li dar ketibû, biryara tunekirin û hilweşadina Polîtbîroya Yekîtiyê hat girtin û li ser biryarê dengdan çêbû.
Di dema dengdana li ser hilweşandina Polîtbîroyê de, hin serkirdeyên Yekitiyê ji civînê vekişiyabûn.