Bûyerpress
Piştî jidestxistina bajarên Reqa, Dêra Zorê û Qa’ima Iraqî, rêxistina DAIŞê ya terorîst bi qasî 96% ji deverên kontrola xwe ji dest da.
Şanderê Amerîkayê ji bo Şerê li Dij DAIŞê Brett McGurk ragihand ku rêxistina DAIŞê ber bi tunebûnê ve diçe, ji ber 96% ji deverên kontrola xwe ji dest daye.
Çekdarên rêxistina DAIŞê, tenê li bajarê Bûkemal û çolistana Newala Feratê mane û ji hêla hêzên HSDê, hêzên Sûrî û yên Iraqî ve şerê wan tê kirin.