Bûyerpress
Li hember devera Bûkemalê ya ku bi Iraqê re hevsînor e, komikên Heşda Şabî û çekdarên rêxistina DAIŞê ketin nava şerekî giran, hetanî ku şerê wan ket nava xaka Sûrî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî Dergehê Qim ê sînorî ket jêr kontrola Heşda Şabî, êdî şerê wan û DAIŞê kete nava xaka Sûrî jî.
Di heman demê de, hêzên rêjîma Sûrî li dorhêla bajarê Bûkemalê li hember DAIŞê şer didomînin.