Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîşa Rojava) li Herêma Kantona Efrînê miqdarekî mezin ji çek û cebilxaneya ku di kemyonekê de veşartî bû, desteser kir.
Li derbasgeha Ezawiyê, Hêzên Ewlekariya Rêbendan di nava barê kemyonekî de bi qasî 70 avêştokên LAV û 40 avêştokên 128, desteser kirin.
Li gorî ragihandina Hêzên Asayîşê, ajokar kemyonê ew cebilxane ji Idlibê aniyê û dê bibira bajarê Ezazê ji bo ku radestî komikên çekdar bikira.