Bûyerpress
Di dema ku kerwanek ji koçberên Dêra Zorê ji ber rewşa şer, ber bi deverên kontrola HSDê ve diçû, êrîşeke xwekujî li ser wan pêk hat û zêdetir ji 100 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Dezgehên ragihandina xwecihî da zanîn ku duh Şemiyê li devera di navbera Zeviyê Konîko û bîrên Cefra de, xwekujekî DAIŞê bi rêya otombîleke bumbebarkirî xwe li nava kerwanê koçberan peqand.
Rêxistina DAIŞê ev peqîn kir sitûyê xwe û li gorî ku hatiye ragihandin, ji bilî kuştiyan, bi sedan kes jî birîndar bûn.