Bûyerpress
Serokwezîrê Libnanî Se’ed Elherîrî, îro destberdana xwe ji posta serokwezîrtiyê ragihand, ew jî bi sedema destêwerdana Îranê di karên hundirîn de, li gorî gotina wî.
Herîrî bi rêya gotarekê li ser kenala Elmusteqbel, destberdana xwe ji kar ragihand û got ku hin alî hewlên terorkirin û kuştina min didin.
Di gotara xwe de, Herîrî bi zarekî tund êrîşî Îranê kir û got ku li Sûrî, Iraq û Libnanê, tu biryarên çarenûsî ji bêyî Îranê nayên dayîn û her wisa got, Hizbulah di nava Libnanê de, bi serê xwe bûye dewletek.