Bûyerpress
Hevserokên Partiya Demoqratîk a Gelan Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, di rojeke wekî îro de li sala 2016ê hatin desteserkirin û hetanî îro jî di zindanê de ne.
Di 4ê mijdara 2016ê de, her du Hevserokên HDPê Demîrtaş û Yûksekdag li gel 11 perlementerên din ên HDPê, bi tometa endametiya PKKê, ji hêla polîsên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Ji wan girtiyan, aniha her du hevserokên HDPê li gel 9 perlementerên din, hêj jî di zindanên dewleta Tirkiyê de ne.