Bûyerpress
Îro Şemiyê di demjimêrên sibehê de, komikên girêdayî Artêşa Tirkiyê 10 topên hawinan avêtin gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa.
Di heman demê de li her du gundên Qestel Cindo û Basûfanê, hêzên YPGê bersiva wan komikan da û şerekî dijwar rûda.
Li gorî zanyariyan, ji encama wê topbaranê, ziyaneke mezin gihaye mulk û samanên welatiyên wan gundan.