Bûyerpress
Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Lîlwa Ebdela, hebûna rêkeftinekê di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çi aliyekî din de, ji bo derxistina sivîlên dorpêçkirî ji devera Hewîca Gat’i, red kir.
Ebdela da zanîn ku hêzên HSDê hemî hewlên xwe dikin, da ku karîdorên biewleh ji sivîlan re vekin.
Ji beriya aniha, hin dezgehên ragihandinê belav kiribû ku rêkeftineke derxistina sivîlên dorpêçkirî di navbera HSDê û hin aliyên din de çêbûye.