Bûyerpress
Çekdarên rêxistina DAIŞê di yek rojê de, her du bajarên Dêra Zorê û Qayima Iraqî ji dest dan û ber bi çola ku navê Newala Feratê lê tê kirin, reviyan.
Hêzên Rêjîma Sûrî piştî operasyoneke leşkerê ya berfireh, tevahiya bajarê Dêra Zorê ji dest çekdarên DAIŞê derxist, di heman demê de hêzên Iraqî jî bajarê Qa’imê kontrol kir.
Biryar pê heye ku hêzên rêjîma Sûrî êrîşî bajarê Bûkemalê yê sînûrî jî bikin, her wiha hêzên Iraqî jî êrîşî deverên kontrola DAIŞê bikin.