Bûyerpress
Dezgehên ragihandinê yên Îranê da zanîn ku li devera Çaldîranê ya rojhilatê Kurdistanê, ji encama şerekî dijawr di navbera pasdarên sînorî û şervanên PJAKê de, 8 pasdar hatine kuştin.
Duh Înê li devera Çaldîranê ya sînorî, şerekî dijawr di navbera şervanên partiya PJAKa Kurdî û pasdarên Îranî de derket û ji encamê 8 pasdar hatin kuştin.
Li seranserî sînorê rojhilatê Kurdistanê yê li hember sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê, pirî caran di navbera şervanên Kurd û pasdarên Îranî de şer rûdide.