Bûyerpress
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê pêşinyar kir ku belavbûneke hevbeş li ser sêgoşeya sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê çêbibe.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya îro de, pêşinyar ew e ku hêzên Pêşmerge li gel hêzên Iraqî û Hêzên Hevpeymana Navdewletî bi awayekî hevbeş belav bibin.
Ji beriya aniha Bexdayê gef li Herêma Kurdistanê xwaribû, lê Fermandariya Pêşmergeyan jî bersiv da û tekez kir ku ew ê bi hemî hêza xwe berevaniyê bikin.