Bûyerpress
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Murad Qeraylan, got ku “Eger Tirkî derbasî Efrînê bibe, çawa Kobanê bû dawiya DAIŞê, dê Efrîn jî bibe dawiya rêjîma AKPê”.
Di axaftineke xwe de ji dezgehên ragihandinê re, Qeraylan bal kişand ser hemî bûynên vê dawiyê, der barê Efrînê de jî, got ku dê êrîşa li ser Efrînê ji hêla Tirkiyê ve, bibe dawiya rêjîma AKPê.
Di heman axaftinê de, Qeraylan bang li xelkê Efrînê kir ku li ber xwe bide û got ku çawa wan xelkê Kobanê bi tenê nehişt, ew ê Efrînê jî bi tenê nehêle.