Bûyerpress
Şêwirmendê Hevserokatiya PYD′ê Sîhanok Dîbo da zanîn ku ne tenê PYD′ê, lê belê Rêveberiya Xweser ji bo beşdarbûna li kongereyê Sochi hatiye vexwendin.
Dîbo ji dezgehên ragihandinê re tekez kir ku Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê Sochi hatiye vexwendin û ew ê doza Sûryayeke federal bikin.
Kongreyê Sochi destpêşxeriya Rûsyayê ye û biryar e ku li bajarê Sochi yê Rûsî, ev kongre hemî pêkhateyên Sûryayê bigire xwe.