DILBER
Bi salan e em destê xwe dirêj dikin
Lê nagihê destê te
Gustîlkên bihara
Li welatê me hatine darvekirin…
Davikên bekoyan rê bi me nadin
Em bigehên mirada xwe
Me rêya xwe winda kiriye
Di nav berfa Zagrosê de
Xwîn di cannê me da bûye bûz…
Bi salan e em destê xwe dirêj dikin
Lê nagehê destê te Dilber
Me ne roj e
Me ne şev e
Em xerîk û dilkovanên te ne Dilber
Heyranok û payîzokên me bêxwedî ne
Çîrokên me birîndar
Destanên me koçber in
Minarên Heranê hilweşok
Kevokên Mêrdînê penaber in Dilber
Bi salan e em destê xwe dirêj dikin
Lê nagehê destê te Dilber
Wezaretên xiwêriya nizanin
Tayek ji pûra serê te
Em bi şagula welatê xelkê nadin
Em ê xwe bikujin
Rondika ji çavê te narêjin
Bûk û zavatiya me
Qesir û qûnaxên dilê me
Hemû ji bo te ne Dilber
Helbestên me
Birûskên bûkaniyê ne
Em di nav noteyên mûsîqe ya
Baethovin da
Kirasên sor û zer
Ji destana lawikê Metinî berbiba dikin
Di oxira karwanên evîna te de
Dorhêlên tawusan em xwazgînî ne Dilber
Em hemû roja bi mirinê re
Govenda azadiyê digerînin
Milek yê me kotirk
Milê din baz, berxwedan û ala sor e
Em mêvanê bîranînên zarokan e
Di kolanên xeyalan de em zindî ne
Ji pesarên nehênî
Zinarên helbestan dihonin
Xunçeyê gula
Serhildane li zeviya dilê me
Menale Dilber
Me pişta xwe daye mirinê
Me sond xwariye
Bi serê dayika xwe
Sînga me mertalê bûkaniya te ye Dilber
Bedran Penaber, jidayîkbûyî sala 1985’ê ye. Li gundê Nexerê yê girêdayî Şernexa Bakurê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirine, lê ji ber sitema dewleta Tirkiyê, hêj biçûk bû bi malbatî penaberî Başûrê Kurdistanê dibe.
Mirin Ne karê Me Ye
Êdî mirin ne karê me ye
Em jiyan nebûne ku bimirin
Bila ewên ku jiyan bûyîn bimirin
Bila ewên ku hêj em nehatin dinyayê
Gorên me bi destê kalên me dayîn kolanê
Û em di dozexên mirinê de avetin bimirin
Bila ewên ku xwîna zarokên me mêtine
Bila ewên ku singo li singê dayîkên me xistine bimirin
Bila ewên ku kewên li ser hêkan
Bazên birindar
Xezalên avis
Jinên ducan kuştine bimirin
Ma me ji derveyî êş û janan
Ma me ji derveyî waweylan pê ve
Çi dîtiye ku em bêjin em ê mirin
Ma me destê xwe daye kê
Û xencerek li pişta me nedaye
Ma me pişta xwe daye kê
Û keraneyek li patika me nedaye…
Bila ewên ku dilê me perçiqandin
Û gustilkên xwe xistin
Tiliyên desgirên me bimirin
Bila ewên ku bedenên dayika me Kurdistan
Zozanên Debde Golê-Nebirnavê
Ji bo xwe kirin benahol bimirin
Bila ewên ku carnan em dikirin Enkîdo
Gur dikirin Gilgamêş
Û carna em dikirin Gilgamêş
Gur dikirin Enkîdo bimirin
Bila ewên ku kemîn danîne riya evîna me de
Bila ewên zimanê me sencol-bi jehir kirin
Û bi me dayin vexwarin bimirin
Bila ewên ku çar keziyên Newrozê
Gurzên rojê ji hev qut kirine bimirin
Bila ew mirovên ku goştê mirovan dixwin
Nemrûd û firewn û zebanî û dehak bimirin
Mirin êdî ne karê me ye
Em jiyan nebûne ku bimirin
Bila ewên ku jiyan bîyin bimirin
Bila ewên ku hêj em nehatin dinyayê
Gorên me bi destê kalên me dayîn kolanê
Û em di dozexên mirinê de avetin bimirin…
Bila dengê me biçe dost û dijminan
Guh u çavên xwe vekin
Çiyayên bilind bê rê nabin
Newalên kûr bê av nabin
Birûsk li darên mezin didin
Û li welatê hêviyan zivistan nayê
Erê, em di bin ala Kurdistanê de ji dayik nebûne
Lê em bi xwîna lehengên Gabarê
Û gora zarokên Helebçe
Sond dixwin
Em ê di bin ala Kudistanê de
Di bin vê alê de xatir ji dinyayê bixwazin
Ew e soz
Ew e peyman
Ew e biryar…
Li Başûrê Kurdistanê qonaxên xwedina xwe ya destpêkê diqedîne, paşê tevlî Akademiya Ziman û Dîrokê li Mexmûrê dibe û di 2006’ê de dibe derçûyî Akademiyê.
Li Welatê Me
Li welatê me pêş bê dinyayê
Qebra te dikolin, şerbeta mahra te vedixun
Û mengena keşîtya te
Berew peravên taristanê birê dikin
Ma veger wê çawe be ?
Li welatê me hêj kenê evînê bi ser lêvan neketî
Şahiya zewacê , bêhna sexê bi ser dila dişkênin
Li welatê me zarok digrîn , dayik dêşin
Û bav bi dûkêla cigarê
Cenga eman û nemanê dikin
Li welatê me biyanî “ ya star û bêlome ne”
Ne elah !
Yezdan Zeose dihewînin
Mala feqîran noqî lehiya heriyê jî bibe
Sola fêlbazan şil nabe
Ma çi xema Ewrûpiyan e…
Li welatê me pêş teqîneweyan
Hêjmara kuştiyan diyar e
Li bazara Dolar e, serê miriyan
Û meresima kelaxan qedexe ye
Li welatê me gunehbar bêguneh in
Û bêguneh gunehbar in tewanbar in
Li welatê me birsî têr in û têr birsî ne
Hawar Xweda
Ev çi xezeb e!!!
Ruha Min
Serê vê sibehê bi dilopên girî
Fîncana qehwê bi min nede vexwarin
Ez peleka çilo me
Li payîza vê ŞENGALÊ
Ji dara bero helwerya me…
Hûriyên Çiyayê SÎNCARÊ
Li bazarên Mûsilê tên firotin
Û tu destê min digirî – dibê “were”
Maçekê li çavê min de
Ruhê min bi pêleka kenê xwe bişo
Oxira xwe bi xêr ke
Û here…
Mirin jî bi ser me de hilweşê
Milên me dest ji govendê bernadin
Mamoste Bedran Penaber li Zanîngeha Selahedînê xwendina Wêjeya Kurdî temam dike û aniha Birêvebirê Fakulteya Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava ye.
Ey Dayika Min Kurdistan
Ji bo te çend bikim
Qîrîn û hawar
Axîn û nalîn
Keder û gazî
Eman û neman
Nabe bedelê
Gul û sosin
Mêrg û çîmen
Evîn û hesret
Deşt û zozanên te
Nabe bedelê
Eşqa bilbilan a li ser kirasê bejna te
Ey dayika min Kurdistan
Şûşa dilê min şikayî be
Rondikên çavên min dilopên xwînê bin
Hejar û belengaz
Bêper û bask bim
Bes ji bo te bim
Wê dîsa her serbilind bim
Ey dayika min Kurdistan
Evîn û hesreta dilê min
Çend dûr jî bim ji te
Ewqas nêzî di dilê min de
Xwîn û barût
Av û agir
Her ku birijînin li ser dil û hinavên te
Atoman jî bibarînin li ser çiya û gerdena te
Dîsan wê bibêm
Dilê min te bi xem e
Ez qurbana axîn û nalînên te me
Ey dayika min Kurdistan
Di geşta xwe ya nivîskarî û wêjeyî de, Bedran Penaber li Zanîngeha Selahedînê xelateke çîrokê û yeke helbestê wer digire.
Destûr
Destûr bidin
Canê xwe ji zarokên vî welatî re bikim mertal
Destûr bidin
Xewnê dilê dayîkên vî welatî
Li dinyayê bidim xwendin
Derstûr bidin
Tîna Agirê sînema Amûdê bitefînim…
Destûr bidin
Newroza Welatê Rojê
Bi xemla Bêrîvan SASON tacîdar bikim
Destûr bidin
Helebçe bi xwe re bibim Mihabadê
Bi hev re li Kaşê MIŞTENÛR
Her dû çavên ARÎNÊ maç bikin
Destûr bidin…
Berhemeke wî ya lêkolînî li jêr navê “Tofana Nûh” di 2010’ê de derketiye û dîwaneke wî ya helbestan jî bi navê “Êdî Mirin Ne Karê Me Ye” çap bûye…ji bilî van her du berheman, aniha du destnivîsên wî ku yek kurteçîrok e û ya din jî zimanzanî ye, ji bo çapê amade ne.
Dibên çima wêneyên peyva
Êdî nema di zeviya helbestên te de
Şahiya evînê gulbaran dikin
Nizanin agirê qelûna xeşîman
Dadgeha peyvên min kolane
Dilê helbesta
Ne carekê
Bi dehan car li ser sînga min
Mist mist kevir lêdane
Xwedayo
Nizanin di bihara helbestên min de
Çend sêdaran
Bajarên evînê
Bi dadgehên xapînok
Noqî avê kirine
Û çend caran okyanosên avê
Li gemiya vegerê
Esmera dilê min çikandî ne
Xwedayo
Nizanin
Çend caran dadgehên xapînok
Şûrên xezebê
dirêjî stûyê helbestên min kirine
Û qedehên meyê ‘nenoşîcan be’ bi ser de rijandine
Neçe
Neçe şev narazên
Ji bêriya dengê te
Çi bela ye bi dilê te ketî
Ku tu çûyî
Wê helbest bimirin
Ez ê çi bikim
Ji goristana peyvan…
Bêhna helbesta
Ji rûyê te tê
Zeriya nû çav kildayî
Were neçe
peyvan bi dû nazya xwe nelîlîne
Tu Nehatî
Adarê Agirê Newrozê li xwe kiriye
Xince xinca gula ye
Tu nehatî
Bihar sor û zer xemiliye
Gurm e gurma daholê ye
Tu nehatî
Kevoka pala xwe dane ezmanê şîn
Ha , ha hêlîna çêkin
Tu nehatî
Kenê evîndaran tama xwe daye stranên zozana
Wê dîsa Payîz bi xemla nû kevin
Tu nehatî
Şêrîn bû hingurê reza, germa Havînê
Wê zerî û esmer bixwin
Tu nehatî
Keviyên berfê sîpanên bilind xemilandin
Şemîtok bi ser me de heliyan
Tu nehatî
Tu nehatî
Tu nehatî…
Taze Hatî !
Kanî çika
Av şêlo bû
Mala bar kir
Bihar mir
Agir vemirî
Darên bilind tazî kirin
Giyayê mêrga dirûtin
Zivistan hilweşiya
Heyv bi taya penceşêrê ket
Roj nixumî
Çêlik bi firê ketin
Hêvî xeyîdîn
Evîn qediya
dimsa reza rijiya
Gotin bi avê ketin
Bîna sêva kuştin
Spîndar birîn
pelên dara weriyan
Peyv serjêkirin
Behre nema
Tembûr şika
Bilûr winda bû
Baran nema tê
Gul çilmisîn
Lîstok qedexe kirin
Zarok girîn
Çûk şeridîn
Kewan têjikên xwe firandin
Helbest şewitîn
Mela ji minarê ket
Koçeran bar kir
Çav westiya
Evîn nema…
Tu taze hatî !?
De stûyê xwe bixelîne
Bi qeşe te nebîn im…
Qure Nebe
Dil ketiyê balaya te
Qeleya bilind
Dara bi tenê
Hûriya çolê me…
Bes e, ewqas giranî bêmane ye
Ditirsim bimirim
Kevirek bi çoka te keve
Qure nebe
Bero teriya dil
Rehmê were…
Ma ji çi re gewr in
Spiya singûberên te
Lêvên sor dibê qemer
Ma ji çi re reşqetre ne
Hetawa çavên te
Birih bistên tîra
Rû gurzên gula
Ku bi azayî şa nebî
Bi dost û dila…
Ewrên reş li ezmanên sayî nayên
Gelawêj û Berfanbar û Kewçêrîn
Wê biborin
De waz lê bîne
Li gilî û nazan
Te dîsa bi gilî pora xwe hildaye
Û hîn hogirê te birîndar e
Ber bi hilatê rewşa xwe girê de
Hê dil li hêviya hatina te ye
Bi bayê Payîzê
Em ê bi qîrîn strana
Nexwa na !
Ma tê wê bejna zirav li kû bihejîn î
Kor bibî
Ku hogirê te nebîn e….
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatine weşandin 1.11.2017