Bûyerpress
Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî ragihand ku dê Hikûmeta Iraqê di demeke nêzîk de, mûçeyên Pêşmerge û hemî karmendên Herêma Kurdistanê bide wan.
Duh Sêşemê û di konferansekî rojnamevanî de, Ebadî got ku ew ê di demeke nêzîk de karibin mûçeyên Pêşmerge û tevahiya karmendên Herêma Kurdistanê bidin wan.
Di sala 2014’ê de û piştî hin nakokiyên dijawr di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser babetên petrolê, êdî Hikûmeta Iraqî diravdana Herêma Kurdistanê rawestand.