Bûyerpress
Gera 7’em a Danûstandinên Asîtanayê ku di navbera şandeya Rêjîma Sûrî û şandeya rikberiyê de li dar ketibû, bê encam bi dawî bû.
Duh Sêşemê û piştî rûniştinên du rojan, Gera 7’em a Danûstandinên Asîtanayê bi dawî hat, bêyî ku tu rêkeftin di navbera aliyên beşdar de çêbibe.
Di rûniştinan de, mijarên girtî, dîl û alîkariyên mirovî hatin gengeşekirin, lê belê tu lihevkirinek çênebû.