Bûyerpress
Duh Duşemê çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşî bîrên petrolê yên zeviyê Elumer ku girêdayî Dêra Zorê ye, kir, ji encama şerekî giran di navbera wan û şervanên HSDê de, êrîş hat têkbirin.
Li gorî ku hat ragihandin, duh nîvrojê êrîşa DAIŞê li ser bîrên petrolê yên Elumer ku li jêr kontrola HSDê ne, hat têkşikandin û 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî fermandarên HSDê dibêjin, ji ber ku li gundewarê Dêra Zorê bahoza tozê rabûye, çekdarên DAIŞê jî keysa xwe ji vê yekê tînin û dest bi êrîşan dikin.