Bûyerpress
Îro Duşemê gera 7emîn a danûstandina Astînayê ku dê du rojan dom bike, dest pê dike, ew jî bi armanca peydakirina çareyekê ji pirsgirêka Sûrî re.
Biryar e ku di danûstandinan de şandeya rikberiyê çend bendan pêşkêş bike, ew bend jî dê van xalan vehewîne:
Hêzên çavdêr dê li kû dera Idlibê bi cih bibin, dosyaya girtiyan, dîlgirtî, radestkirina termên kuştiyan, lêgerîna li windayan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo deverên dorpêçkirî.